Rêjaya pêketina bi êşa koronayê rojbiroj bilind dibe
2020-06-16 22:05     353 Car hatiye dîtin      Şîrove
Li Herêma Kurdistanê 182 kesên din bi koronayê ketin û 5 kesan jî canên xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 5 nexweşên din yên koronayê canên xwe ji dest dane û 182 kesên din jî bi vîrusa covid-19 ketine.
Wezareta Tenduristiyê, aşkere kir ku li parêzgeha Hewlêr 30, li parêzgeha Silêmanî 107, li Îdareya Germiyan 4 û li Îdareya Raperîn 41 haletên nû yên pêketina bi êşa koronayê hatine tomarkirin.
Hirwiha, daxuyand ku li Silêmanî, 5 nexweşên din yên bi koronayê ketibûn, canên xwe ji dest dane.
Bi vî awayî ji destpêka derketina êşa koronayê û vir ve, bi giştî li Herêma Kurdistanê 2655 kes bi vê nexweşiyê ketine; ji wana 1104 kes baş bûne û 59 kesan jî (Silêmanî 52, Hewlêr 7) canên xwe ji dest dane.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir