Qedexeya çûnûhatinê ya navbera parêzgehan carekî din hat dirêjkirin

  2020-06-16 04:15      347 Car hatiye dîtin        Şîrove
Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê, qedexeya çûnûhatinê heta 1ê Tîrmehê dirêj kir

Çûnûhatina navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û navbera Herêma Kurdistan û parêzgehên İraqê, heta 1ê Tirmeha 2020ê hat dirêjkirin. 
Di çarçoveya tedbirên dij bi belavbûna vîrusa koronayê de Wezareta Navxwe, biryara dirêjkirina qedexeya çûnûhatinê ya temam di nêvbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û navbera bajarên Herêma Kurdistan û İraqê da. 
Biryara qedexeyê îro (16-06-2020) ji demjimêr 00:00 ê despê kir û heta 1ê Tirmehê demjimêr 24:00ê dê berdewam be. 
Hevdem, sîstema êlektronîk ya rêdayîn bi hemwelatiyan jî heta wê demê hat hilweşandin; tenê, rê bi wan nexweşên şêrpençe û nexweşên pêwîstiya wan bi neştergerî heye, dê bê dayin. 
Li deriyên gumrikê yên navdewletî de dê çalakiyên bazirganî di çarçoveya rênîşanên tenduristiyê de berdewam be; lê ji bo çûnûhatina geştiyarî daxistî be. 
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî