Li navendên tenduristiyê boykota çûna ser kar hat ragihandin

  2020-06-15 21:50      352 Car hatiye dîtin        Şîrove
Bijîşk û karmendên tenduristiyê naçin ser karên xwe

Li Parêzgeha Silêmanî, 7 sendîka û rêxistin û komelên bijîşkî, boykota çûna ser kar ragihandin. 
Bijîşk û karmend dibêjin; jiber guhnedana hikûmetê bi daxwaz û mafên wan yên darayî,  boykota çûna ser kar ragihandine.
Bijîşk û karmendên tenduristiyê, 48 demjimêr dem diyarkiribû ku eger hikûmet miaşên bijîşk û karmendên tenduristiyê par neke, dê boykota çûna ser kar rabigihînin.
Berpirsê Sendîkaya Tenduristiyê li Silêmanî Hawjîn Osman di civînekî rojnamevanî de got: “jiber îro dawîn dema diyarkirîbû û jiber dabeşnekirina miaş, me biryar da li hemû navendên tenduristiyê, ji bilî nexweşxaneyên çareseriya korona û bihawarçûnê, boykatê rabigihînin. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê, berpirsyariya her metirsiyeka ku li ser hemwelatiyan durust bibe, bigre stuyê xwe; çunkî rewşa tenduristiyê ya Silêmanî di warê koronayê de gellekî xerab e.
Hawjîn Osman, aşkere jî kir ku heta niha 192 bijîşk û karmendên tenduristiyê û xebatkarên beşên din yên nav nexweşxaneyan bi vîrusa koronayê ketine.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî