Encamên pişkinînên koronayê yên 24 demjimêrên bihurî
2020-06-14 23:51     330 Car hatiye dîtin      Şîrove
206 kesên din bi êşa koronayê ketin û 5 nexweşên koronayê jî canên xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiye a Herêma Kurdistanê, encamên pişkînên bijîşkî yên ji bo destnîşankirina pêketiyên bi koronayê ragihand.
Di 24 demjimêrên bihurî de 5 nexweşên din yên koronayê canên xwe ji dest dane û 206 kesên din jî bi vê nexweşiyê ketine.
-Li Parêzgeha Hewlêr, 2 rewşên canjidestan û 27 pêketiyên nû hatin tomorkirin.
-Li Parêzgeha Silêmanî, 3 haletên jiyanjidestan û 163 tûşbuyên nû hatin tomarkirin.
Li nav bajarê Silêmanî 3 nexweşên din yên koronayê canên xwe ji dest dan û 131 kesên din jî bi virûsa koronayê ketin.
Li Îdareya Germiyan, 14 kesên din bi vîrusa covid-19 ketin.
Li Îdareya Raperîn, 18 kesên din bi êşa koronayê ketin.
-Li Parêzgeha Helebcê, 6 hemwelatiyên din bi koronayê ketin.
Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tenduristiyê; bi giştî 2307 kes bi êşa koronayê ketine, ji vê hejmarê 47 kesan canên xwe ji dest dane û 1016 nexweş jî baş bûne.
Puknow
Babetên zêdetir