Sendîkayên Tenduristiyê gefa boykota giştî li hikûmetê dixwin

  2020-06-13 22:46      332 Car hatiye dîtin        Şîrove
Ji bo parvekirina miaşên bijîşk û karmendên tenduristiyê, 2 roj dem bi hikûmetê hatiye dayîn

Sendîkayên navendên tenduristiyê li Parêzgeha Silêmaniyê, 48 demjimêr dem dide hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parvekirina miaşên bijîşk û xebatkarên Wezareta Tenduristiyê. 
Berpirsê Sendîkayên Tenduristiyê li Silêmanî Hawjîn Osman, îro (13-06-2020), ragihand ku eger hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema 48 demjimêran de miaşên karmendên Wezareta Tenduristiyê par neke, neçar dibin baykota giştî ragihînin û ev jî di vê rewşê de dê karesetak mezin bi xwe re bîne.
Hawjîn Osman, da zanîn;  ligel soza sazî û dezgehên peywendîdar ku di dema 30 rojan de miaş par bikin, lê jiber xemsarî û pişguhxistinê, carekî din berê bijîşk û karmendên navendên tenduristiyê dane nav bergeha nerazîtiyê. Di demekê de ku karmenden tenduristiyê pêşengin di rûbirûbûna koronayê de ku hejmarek bijîşk, karmend û şofêr navendên tenduristiyê bi koronayê ketine. 
Ev daxuyanî di demekê de ye ku nêzî 70 bijîşk û karmendên kerta tenduristiyê bi vîrusa koronayê ketine.
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî