Li Herêma Kurdistanê 112 kesên din bi koronayê ketin
2020-06-13 01:36     326 Car hatiye dîtin      Şîrove
Hejmara canjidestdanê gîhişt 38 kesan
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, encamên 24 demjimêrên bihurî yên pişkinînên bîjîşkî ji bo destnîşankirina nexweşên koronayê aşkere kir.
Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 112 haletên nû yên pekêtina bi vîrusa koronayê hatin tomarkirin.
Li Silêmanî kesekî din jiyana xwe ji dest da û 78 kesên din bi vîrusa covid-19 ketin. Duhî jî 2 pêketiyên bi koronayê canên xwe ji dest dabûn.
Li Hewlêrê 20 kes û li Duhokê jî 13 kesên din bi êşa koronayê ketine.
Hevdem li Parêzgeha Hewlêrê 30 nexweş baş bûne.
Bi giştî li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên bi koronayê gîhişt 2.005 kesan. 600 nexweş baş bûne û 38 kesan jî canên xwe ji dest dane.
1.367 nexweş jî di jêr çavdêriya bijîşkî de ne.
Puknow
Babetên zêdetir