Hejmara jiyanjidestdanê yê pêketiyên koronayê gîhîşt 35 kesan
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzîncî, li Hewlêrê, ragihand; îro (11-06-2020), hejmara herî zêde a tûşbûna bi vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin ku 180 pêketiyên nû ne.
Wezîrê Tenduristiyê, aşkere kir ku bi giştî, îro, li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê 180 kesên din bi êşa koronayê ketine; li Hewlêrê 61, li Silêmanî 81, li Helebce 5, li Duhokê 2, li Îderaya Germiyan 19 û li Îdareya Raperîn 12 kes bi vîrusa covid-19 ketine.
Herwiha, îro li Silêmanî, 5 pêketiyên din yên bi koronayê canên xwe ji dest dan. Her 5 kes jî zilamin ku di temenê 80, 78, 70, 69 û 48 salî de bûn.
Bi giştî, heta niha, li Herêma Kurdistanê 1891 kes bi vîrusa koronayê ketine. Ji vê hejmarê 559 kes baş bûne û 35 ji wana jî canên xwe ji dest dane.
Puknow
Metîn Mihemed