Li Navçeya Koye qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin
2020-06-10 22:22     304 Car hatiye dîtin      Şîrove
Roja Pênceşemê fermanber dê neçin ser kar
Li Navçeya Koye ya ser bi Parêzgeha Hewlêrê, ji ber zêdebûna hejmara tûşbûyên koronayê (23 kes), qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.
Qaymeqamiya Koye bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku çûnûhatin bo nav û derveyî bajêr û derketina otomobîlan li nav bajêr, hatiye qedexekirin û biryar dane, roja Pêncşemê ji bo fermanberên sazî û dezgehên hikûmetê, behnvedan be.
Dukan û bazar dê daxistî bin û cîhên xizmetguzariyê yên giştî dê bi şertûmercên parêziyê vekirîbin û aşxane jî dê bi dêlîverî kar bikin. Nimêja înê jî dê li hewşa mizgevtan bê kirin.
Ev biryar ji demjimêr 18:00 îro dest pê kir û heta demjimêr 24:00ê roja 13ê Hezîrana 2020ê dê berdewam be û eger heye bê dirêjkirin.
Biryarên Qaymeqamiya Koye, piştî ku 23 haletên nû yên tûşbûna bi koronayê hat tomarkirin, hat rojevê.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir