120 kesên din bi êşa koronayê ketin û 2 kesan jî canên xwe ji dest dan

  2020-06-10 21:20      310 Car hatiye dîtin        Şîrove
Heta niha, li Herêma Kurdistanê 30 kesan jiber koronayê canên xwe ji dest dane

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, encamên rojane yên pişkinînên bijîşkî ji bo destnîşankirina vîrusa covîd-19 ragihand.
Li gor encamên 24 demjimêrên bihurî, bi giştî li Herêma Kurdistanê 120 kes bi vîrusa koronayê ketine û li ser 51 kesan jî nîşaneyên nexweşiyê hene û 2 kesan jî canên xwe ji dest dane. 
Li Parêzgeha Hewlêrê, 60 kes bi êşa koronayê ketine (46 zilam, 9 jin, 5 zarok).
Li Parêzgeha Silêmanî, 2 kesan canên xwe ji dest dane û 100 kesên din jî bi vîrusa koronayê ketine (47 zilam, 29 jin, 21 zarok, 2 kur û keçekî genc).
Li Îdareya Germiyan, 4 haletên nû hatine tomarkirin ( 2 zilam, 2 zarok).
Li Parêzgeha Duhokê, 2 hemwelatî bi vîrusa koronayê ketine (2 zilam).
Li Parêzgeha Helebce, 5 kes tûşî vîrusa koronayê bûne (2 zilam, 2 jin, zarokek)
Bi giştî, heta niha li Herêma Kurdistanê, 1637 kes bi êşa koronayê ketine. 30 ji wana canên xwe ji dest dane û 546 kes jî baş bûne. 1061 nexweş jî di jêr çavdêriya bijîşkî de ne. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî