760 nexweşên bi koronayê ketine di jêr çavdêriya bijîşkî de ne
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku li gor encamên pişkinînên bijîşkî, li Parêzgeha Hewlêrê 15, li Parêzgeha Silêmanî 73, Îdareya Germiyan 12 û li Parêzgeha Duhokê 2 hemwelatî bi giştî 102 kesên din bi nexweşiya coronayê ketine.
Hevdem li Parêzgeha Silêmanî 4 haletên nû yên jiyanjidestdanê jiber vîrusa koronayê hatine tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê, aşkere kir ku bi giştî li Herêma Kurdistanê 1324 kes bi êşa koronayê ketine; 28 ji wana canên xwe ji dest dane û 537 nexweş jî baş bûne.
Bi giştî, li gor amarên herî dawî, 760 nexweş jî di jêr çavdêriya bijîşkî de ne.
Puknow
Metîn Mihemed