Qedexeya hatûçûnê ya navbera parêzgehan hat dirêjkirin
2020-06-07 17:56     322 Car hatiye dîtin      Şîrove
Cîhên xizmetguzariyê ji demjimêr 00:00 heta 06:00ê dê daxistîbin
Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê, qedexeya hatûçûnê ya navbera parêzgehan, heta 15ê Hezîrana 2020ê dirêj kir.
Wezareta Navxwe bi daxuyaniyek nivîskî ragihand; ew cîhên xizmetguzarî yên giştî ku berê rê bi wan hatibû dayîn, ji demjîmêr 00:00 heta 06:00ê dê bên girtin.
Balafirxaniyên navdewletî yên Silêmanî û Hewlêrê dê girtî bimînin û ew kesên li parêzgehên İraqê asê mane, piştî encamdana pişkinîna koronayê û bi biryara Wezareta Navxwe dê bikaribin vegerin Herêma Kurdistanê.
Ev biryarên nû, sibê (08-06-2020) ji demjimêr 00:00ee ve bên cîbicîkirîn.
puknow
Babetên zêdetir