Li Hewlêrê kesekî din canê xwe ji dest da
Di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 74 kesên din bi vîrusa covîd-19 ketin û hemwelatiyekî din canê xwe ji dest da.
Wezareta Tenduristiyê a Harêma Kurdistanê, aşkere kir ku li gor encamên pişkînên bijîşkî di 24 demjimêrên bihurî de li Herêma Kurdistanê 74 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.
Li Parêzgeha Silêmaniyê 43, li Îdareya Germiyan 2 û li Parêzgeha Hewlêrê 29 kesên din bi nexweşiyê koronayê ketine. Li Hewlêrê hemweletiyekî din canê xwe ji dest daye.
Li gor amarên dawîn yên Wezareta Tenduristiyê bi giştî li Herêma Kurdistanê 1089 kes bi nexweşiya koronayê ketine; ji vê hejmarê 19 kesan (Silêmanî 15, Hewlêr 4) canên xwe ji dest dane û 448 kes jî baş bûne.
Pêrê jî li Herêma Kurdistanê 105 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatibû tomarkirin.
Puknow
Metîn Mihemed