Hejmara pêketiyên bi koronayê hezar kesî derbas kir

  2020-06-05 15:54      313 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Herêma Kurdistanê 18 kesan ji ber covîd-19 canên xwe jidest dan

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku bi giştî li Herêma Kurdistanê 1015 kes bi êşa koronayê ketine; ji wana 18 kesan (li Silêmani 15 û li Hewlêrê 3) canên xwe jidest dane û 444 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê, aşkere kir ku niha, bi giştii, li Herêma Kurdistanê 553 pêktiyên bi koronayê di jêr çavdêriya bijîşkî de ne.

Li gor amarên dawîn yê Wezareta Tenduristiyê, rewşa her çar parêzgehan wihaye:
Parêzgeha SİLÊMANÎ
Hejimara pêketiyan: 589
Hejmara başbûyan: 163
Hejmara jiyanjidestdan: 15
Parêzgeha HEWLÊR
Hejimara pêketiyan: 304
Hejmara başbûyan:  233
Hejmara jiyanjidestdan: 3
Parêzgeha DUHOK
Hejimara pêketiyan: 97
Hejmara başbûyan:  26
Hejmara jiyanjidestdan: 0
Parêzgeha HELEBCE
Hejimara pêketiyan: 25
Hejmara başbûyan: 22
Hejmara jiyanjidestdan: 0
Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Navxwe yên Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtin li zêdetir belavbûna vîrusa covid-19 tedbîrên pêwîst digrin ber û daxwaz ji hemwelatiyan dikin ku pêbend bin bi rênîşanên xweparêziyê ji vîrusa koronayê û xwe ji qerebalixiyê dûr bigrin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî