Silêmanî - 35 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 4 tûşbuyên din canên xwe ji dest dan

  2020-06-03 12:42      464 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Silêmaniyê 4 tûşbûyên din yên koronayê canên xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, encamên pişkinên duhî (02-06-2020), ragihand.
Li Parêzgeha Silêmaniyê 35 kesên din bi vîrusa koronayê ketine; 21 ji wan mêr, 10 jin û 4 jê jî zarok in.
29 ji wan rûniştvanê nav bajarê Silêmaniyê û pêncê din jî li navçeyên Pîremegrûn, Erbet, Çemçemal, Kelar, Pêncwênê ne û kesek jî şêniyê Parêzgeha Enbarê ye.
4 pêketiyên din yên koronayê canên xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, îro (03-06-2020), ragihand ku li sînorê Parêzgeha Silêmaniyê, 4 pêketiyên din yên bi vîrusa koronayê ku di jêr çavdêriya bijîşkî de bûn, canên xwe ji dest dane.
Sê ji wan mêr in û du temênê 75, 58 û 53 salî de bûn. Ya din jî jinekî 70 salî bû. 
Sê kes şêniyên nav bajarê Silêmaniyê ne û 1 kes jî yê navçeya Çemçemalê bû ye.
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî