Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo dema 6 rojan qedexeya çûnûhatinê ragihand
2020-06-01 15:40     280 Car hatiye dîtin      Şîrove
Di 24 demjimêrên roja 31ê Gulana 2020ê de 104 kes bi êşa koronayê ketin
Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê, li hemû Herêma Kurdistanê ji bo dema 6 rojan, carekî din qedexeya çûnûhatinê ragihand.
Paş tûşbûna 104 kesan (Li Silêmanî 102 û li Duhokê 2) bi vîrusa koronayê, Wezareta Navxwe biryar da ji 1ê Hezîranê heta 6ê Hezîrana 2020ê ji demjimêr 18:00ê heta 24:00ê, qedexeya temam ya çûnûhatinê ya bi piyade û bi otomobîlan bê cîbicîkirin.
Li gor biryara Wezareta Navxwe, çûnûhatina di nêvbera parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce û îdareyên serbixwe yên Raperîn û Germiyanê û tevahî yekeyên îdarî û bajar û bajarokan de, qedexe ye.
Ji bilî wezîr û karmendên ofîsên wan, karkirin li tev fermangeh û saziyên resmî yên Herêma Kurdistanê jî heta 6 Hezîranê, hat rawestandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Navxwe de hatiye diyarkirin ku deriyên gumrikan yên ligel welatên cîran û balafirxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmanî ji bo hatinûçûna geştiyaran dê girtî be; tênê ji bo çalakiyên bazirganiyê dê vekirî be.
Ji aliyê din ve di çarçoveya tedbîrên rêgirtin li vîrusa koronayê de Wezareta Navxwe, îro (01-06-2020), hemwelatî, fermanber û karmendên hêzên ewlehiyê yên li parêzgehên İraqê kar dikin, agahdar kir ku heta roja 6ê Hezîranê nikarin vegerin Herêma Kurdistanê û ji ber vê jî divê li cîhên xwe bimînin.
Li gor, amarên dawîn yên Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê; bi giştî 710 kes bi vîrusa koronayê ketine. Hejmara kesên canên xwe ji dest dane jî gîhişt 7 hemwelatiyan. 420 nexweş jî baş bûne. 283 nexweş jî di jêr çavdêriya bijîşkî de ne.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir