Qedexeya çûnûhatinê ya navbera parêzgehan hat dirêjkirin

  2020-05-28 04:13      267 Car hatiye dîtin        Şîrove
Qedexeya çûnûhatinê ya navbera parêzgehan heta 15ê Hezîranê hat dirêjkirin

Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê biryar da ku qedexeya çûnûhatinê ya navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê, heta 15ê Hezîrana 2020ê berdewam be.
Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê di daxuyaniyek nivîskî de ragihand ku hemwelatî, pêwîste pêbendî rêkarên xweparastina ji koronayê bin; li firoşgeh û cihên xizmetguzariyan gellekî nêzî hev nebin û maskeyan bikar bînin.
Wezareta Navxwe, da zanîn ku çûnûhatina di navbera parêzgehan de bi rêpêdana elektronîkî dibe û di demên gelek zarûrî de hemwelatî dikarin daxwaza vê xizmetguzariyê bikin.
Di beşeke daxuyaniyê de Wezareta Navxwe diderbarê vekirina konê şîn û taziyê de hişyarî daye û diyar kiriye ku vedana konê şînê li malan jî qedexeye û her kesê vê biryarê binpê bike dê bi du milyon dînarên iraqî bê cezakirin.
Puknow

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî