Li Herêma Kurdistanê 11 haletên nû yên pêketina bi koronayê hatin tomarkirin

  2020-05-21 01:30      314 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Silêmanî 3 û li Hewlêr 8 kesên din bi vîrusa koronayê ketine

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, (20-05-2020) ragihand ku li Herema Kurdistanê 11 kes bi vîrusa koronayê ketine; li sînorê Parêzgeha Silêmaniyê 3 û li sînorê Parêzgeha Hewlêrê jî 8 haletên nû hatine tomarkirin.

Nexweşxaneya  Şoreş ya li Silêmaniyê jî ji ber ku 3 karmendên tenduristiyê bi vîrusa koronayê ketine, ji bo 48 demjimêran hat daxistin û tê paqijkirin.

Li gor amarên fermî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê, heta niha 442 kes bi vîrusa COVID-19 ketine; ji vê hejmarê 383 kes baş bûne û 5 kesan jî canên xwe ji dest dane. 
Puknow
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî