Li Silêmanî 9 haletên din yên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatin tomarkirin
2020-05-18 01:49     330 Car hatiye dîtin      Şîrove
Li Herêma Kurdistanê 385 kes baş bûne û 5 kesan jî canên xwe ji dest dane
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku li sînorê Parêzgeha Silêmaniyê 9 haletên nû yên pêketina bi vîrusa koronaya nû (covid-19), hatin tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyek nivîskî de aşkere kir ku 6 ji wan zilam in û 3 kesên din jî jin in. 8 ji wan pêketiyên koronayê li Silêmaniyê û 1 jî niştecihê nahiyeya Baziyanê ye.
Li gor amarên fermî yên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê, heta niha 413 kes bi vîrusa COVID-19 ketine; ji vê hejmarê 385 kes baş bûne û 5 kesan jî canên xwe ji dest dane.
Puknow
Babetên zêdetir