Li Silêmanî 7 kesên din bi nexweşiya koronayê ketin

  2020-05-17 19:03      290 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hejmara pêketiyên koronayê gîhîşt 404 kesan

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku li Parêzgeha Silêmanî 7 kesên din bi vîrusa koronaya nû (covid-19) ketine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyek nivîskî de (16-05-2020) aşkere kir ku  4 kes li navenda bajarê Silêmaniyê û 3 kes jî li nahiya Baziyanê jiyanê bi ser dibin. Temenên wan jî 10, 17, 18, 22, 41, 45 û 55 salî ne.
Bi giştî, hejmare kesên bi vîrusa koronayê ketine, li Herêma Kurdistanê gîhîşt 404 kesan. Ji wana 379 kes baş bûne û 5 kesan jî canên xwe ji dest danê.
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî