Fermanber li sazî û dezgehên resmî yên li Parêzgeha Silêmaniyê dest bi kar dikin
2020-05-10 16:06     413 Car hatiye dîtin      Şîrove
Fermangehên Silêmanî di heftiyê de 4 rojan dê kar bikin ji demjimêr 09:00ê heta 13:00ê
Parêzgarê Silêmaniyê, îro (10-05-2020) di daxuyaniyek rojnamevanî de ragihand ku sibê (11 Gulan 2020), karkirin li hemû fermangehên Silêmaniyê dê dest pê bike.
Paêzgarê Silêmaniyê, diyar kir ku karkirin li sazî û dezgehên resmî dê li gor tedbîrên tenduristiyê be; mizgeft jî ku hatine dermankirin dê sibê bi resmî bên vekirin.
Parêzgarê Silêmanî Heval Ebûbekir, da zanîn ku hejmara fermanberên li fermangehên resmî dê kar bikin, dê li gor pêwîstiyê bên diyarkirin û got: “Di hefteyê de ji roja Yekşemê heta Çarşemê wate 4 roj ji demjimêr 09:00ê heta 13:00ê, fermanber dê xizmetê pêşkêş bi hemwelatiyan bikin”.
Evroj qedexeya çûnuhatinê li Herêma Kurdistanê bi dawî dibe û tê çaverêkirin Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê, biryara nû li ser vê mijarê bide ku ji bo rêgirtin li vîrusa koronayê hatiye rojevê.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir