Li nexweşxaneyên Silêmanî çi pêketiyekî bi nexweşiya koronayê nemaye

  2020-05-05 03:11      419 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hemû nexweşên bi vîrusa covid-19 ketibûn baş bûne û vegeriya malên xwe

Pênc nexweşên din ku bi vîrusa koronayê ketibûn li bajarê Silêmaniyê, baş bûne û çi nexweşek li nexweşxaneyên Silêmanî neman e.
Rêveberê Giştî yê Tenduristiyê yê Parêzgeha Silêmaniyê Dr. Sebah Nesredîn, ragihand ku hemû nexweşên bi vîrusa koronaya nû (covid-19) ketibûn baş bûne û vegeriyane malên xwe û niha, çi pêketiyek li nexweşxaneyên Silêmanî neman e.

Li Silêmanî, 1ê Adara 2020ê, yekem haletê tûşbûn bi vîrusa koronayê hatibû tomarkirin û bi giştî li Parêzgeha Silêmaniyê 138 kes bi vîrusê ketibûn û 134 ji wana baş bûne 4 ji wana jî canên xwe ji dest dane.

Bi giştî li Herêma Kurdistanê, heta nihe 387 kes tûşî vê nexweşiyê bûne; 332 kes ji wana baş bûne û 5 kesan jî canên xwe ji dest dane.

Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî