Qedexeya çûnûhatinê heta 10ê Gulanê hate dirêjkirin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dema betlaneya resmî ya fermanberên dirêj kir ku jiber metirsiya vîrusa koronayê li sazî û dezgehên resmî, karikin hatiye rawestandin.
Peyivdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil, bi daxuyaniyek nivîskî, ragihand ku bi armanca diyarkirina dema destbikarbûna sazî û dezgehên hikûmetê, lijneyek ji bo nirxandin û biryardan li ser vê mijarê hatiye pêk anîn.
Dr. Cotyar Adil, got: “jiber vê yekê, behnvedana fermanberan dê berdewam be, heta ku biryarekî nû di çarçoveya rênişanên tenduristiyê yên ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê de bê dayîn.
Qedexeya çûnûhatine heta 10 Gulanê hate dirêjkirin
Jiber berdewamiya metirsiya vîrusa koronayê, qedexeya çûnûhatinê ji roja 02-05-2020ê hata 10-05-2020ê, hate dirêjkirin.
Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî, aşkere kir ku kûlub, holên ahengên şevane, yaneyên mey xwarinê, kafeterya, nargîlexane, çayxane, avjenîgeh, germav, senterên laşciwaniyê, lîstikgehên taxan yên werzişê, holên werzişê, holên bûkguheştinê, holên boneyên olî û komelayetiyê, senterên mesac, gazîna û restûrant, dê girtî bimînin.
Mizgevt jî jiber hêj hebûna metirsiya vîrusa koronayê, biryar hatiye dayîn ku daxistî bimînin.
Puknow
Metîn Mihemed