Li Hewlêrê 8 kesên din bi nexweşiya koronayê ketine
2020-04-30 20:54     311 Car hatiye dîtin      Şîrove
Bi giştî ji 380 kesan, 325 kes baş bûne û 5 kesan jî canên xwe ji dest dane
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, îro (30-04-2020), bi daxuyaniyek nivîskî, aşkere kir ku li sînorê Parêzgeha Hewlêrê 8 haletên nû yên tûşbûn bi vîrusa koronaya nû (covid-19), hatine tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê, da zanîn ku 7 ji wana li taxa Sêtaqane jiyanê bi ser dibin; sê ji wana jin in û temenên wan 85, 43 û 36 salî ne. Çar ji wana jî zarokin û temenên wan jî 12, 10, 6 û 5 salî ne.
Pêketiyê din jî gencekî 19 saliye û li navçeya Soran jiyanê bi ser dibe.
Li Herêma Kurdistanê, heta niha bi giştî 380 kes bi nexweşiya koronayê ketine; 325 kes ji wana baş bûne û 5 kesan jî canên xwe ji dest dane.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir