Bexdad şandina miaşên fermanberên Kurdistanê rawestand
2020-04-26 04:00     539 Car hatiye dîtin      Şîrove
Bexdad şandina miaşên fermanberên Herêma Kurdistanê rawestand û daxwaza vegerandina pareyên 4 heyvên îsal dike
Ligorî nivîseke Sekreteriya Civata Wezîran a İraqê ku ji bo Wezareta Darayî a İraqê şandiye; biryar hatiye dayîn pareyê miaşên fermanberên Herêma Kurdistanê neşîne û daxwaza pareyê van 4 heyvên sala 2020ê jî dike ku şandiye.
Medyaya resmî ya İraqê jî biryara rawestandina miaşên fermanberên Herêma Kurdistanê weşand û têde dibêje; hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbend nebûye bi radestkirina petrolê û divê pareyê çend heyvên bihurî ku Bexdad şandiye û hikûmeta Herêma Kurdistanê dabeş kiriye, vegerîn e.
Herwiha, dide zanîn ku Şîrketa Somo agahdar kirine ku hikûmeta Herêma Kurdistanê neft neşandiye ku berê rêkeftin li ser hatibû kirin.
puknow
Babetên zêdetir