Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi êşa koronayê ketine gîhişt 324 kesan
2020-04-11 01:09     395 Car hatiye dîtin      Şîrove
Ji 324 tûşbûyên koronayê, 124 kes baş bûne û 4 kesan jî canên xwe ji dest dane
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku li Hewlêrê 9 û li Silêmaniyê 4 haletên nû yên tûşbûnê bi vîrusa koronayê (Covid-19), hatine tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê, îro (10-04-2020), bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir ku di 24 demjimêrên bihurî de bi giştî li Herêma Kurdistanê 13 hevwelatiyên din bi vîrusa koronayê ketine.
Rêveberiya Tenduristiyê ya Parêzgeha Silêmanî jî derengê şevê, ragihand; jinekî 65 salî ku bi vîrusa koronayê ketibû, canê xwe ji dest daye.
Bi giştî li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi êşa koronayê ketine gîhişt 324 kesan. Ji vê hejmarê 124 kes baş bûne û 4 hevwelatiyan jî canên xwe ji dest dane.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir