Di 24 demjimêrên bihurî de 2 haletên tûşbûn bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin
2020-04-09 18:26     410 Car hatiye dîtin      Şîrove
Ji 311 kesên bi vîrusa koronayê ketine, 134 kes baş bûne û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane
Li Herêma Kurdistanê, bi giştî 311 kes bi êşa koronayê ketine û ji wana 134 kes baş bûne û 3 kesan canên xwe ji dest dane .
Wezareta Tendirustî a Herêma Kurdistanê, ragihand; ligorî encamên pişkinînên tenduristiyê, li Parêzgeha Helebcê xortek 20 salî û li Parêzgeha Hewlêrê jinekî temen 38 salî bi virusa koronayê ketine.
Li Herêma Kurdistanê, heta niha, 311 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 134 kes baş bûne û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha, li Herêma Kurdistanê li 34 bingehên tenduristiyê, 6819 hevwelatî hatibûn karantînakirin. Ji wana 754 kes li Hewlêr, 46 kes li Silêmanî, 646 kes li Duhok, 48 kes li Helebce, 9 kes li Germiyan, 22 kes li Raperîn, 8 kes li Koye bi giştî 5286 hevwelatî ji karantînayê derketine û vegeriyane nav kesûkarên xwe. Di 24 demjimêrên bihurî de bi giştî 56 hevwelatî jî hatine karantînakirin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir