Li Herêma Kurdistanê 8 kesên din bi êşa koronayê ketin

  2020-04-01 02:51      280 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Silêmanî 88, li Helebce 8, li Hewlêr 57 û li Duhokê 9 kes bi nexwiya koronayê ketine

Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê, (31-03-2020) ragihand ku 8 hevwelatiyên din bi vîrusa koronayê (COVID-19) ketine.
Wezareta Tendirustiyê, aşkere kir ku 5 tûşbûyên nû (4 jin, 1 zilam)  li Silêmanî û 3 tûşbûyên din (1 jin, 2 zilam)  jî li Duhokê hatine tomarkirin. 
Li gor amarên ku Wezareta Tendirsutiyê belav kirine; hejmara giştî ya haletên tûşbûna bi vîrusa COVID-19 li Herêma Kurdistanê gihîşte 162 kesan ku 61 kes ji wana baş bûne û ji destpêkê ve heta niha 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li Parêzgeha Silêmanî 88, li Parêzgeha Helebce 8, li Parêzgeha Hewlêr 57 û li Parêzgeha Duhokê 9 haletên tûşbûn bi vîrusa COVID-19 hatine tomarkirin.

Puknow

Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî