Li Herêma Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê hat dirêjkirin
2020-04-01 02:14     270 Car hatiye dîtin      Şîrove
Li Herêma Kurdistanê ji 162 kesan, 61 kes ji wana ji vîrusa koronayê pak bûne
Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê, îro (31-03-2020), ragihand ku di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê (COVID-19), qedexeya çûnûhatine heta 10ê Nîsana 2020an hatiye dirêj kirin.
Qedexeya derketina derve ku ji ber vîrusa koronayê li seranserî Herêma Kurdistanê hatiye ragihandin, 1ê Nîsanê xilas dibû.
Li gor amarên ku Wezareta Tendirsutiyê belav kirine, hejmara giştî ya haletên tûşbûna bi vîrusa COVID-19 li Herêma Kurdistanê gihîştiye 162 kesan; 61 kes ji wana baş bûne û ji destpêkê ve heta niha 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir