Li Silêmanî 14 haletên nû yên tûşbûn bi COVID-19 hatin tomarkirin
2020-03-30 03:11     277 Car hatiye dîtin      Şîrove
Pêwîste rêkarên xweparêzîyê yên dijî vîrusa koronaya nû, zêdetir bên tûndkirin
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku îro (29-03-2020), li sînorê Parêzgeha Silêmaniyê 14 kesên din bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) ketine.
Wezareta Tenduristiyê, aşkere kir ku 8 jê jinin û 6 kesên din jî mêrin. 7 ji tûşbûyan li navenda bajarê Silêmanî, navçeya Pêncwên, Sagêz û Sîtek, berê serdana Îranê kirine.7 kesên din jî li navçeya Derbendîxan ji kesên tûşbûyî ev nexweşî girtine.
Hevdem, Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand; hemû helsengandin û amarên li ber dest, nîşan didin ku pêwîste rêkarên xweparêzîyê yên dijî vîrusa koronaya nû, zêdetir bên tûndkirin û bên zêdekirin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir