Rêjeya tûşbûn bi êşa koronayê nizm dibe
2020-03-29 05:58     393 Car hatiye dîtin      Şîrove
Li Herêma Kurdistanê rêjeya başbûna tûşbûyên bi koronayê bilind dibe
Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê ragihand ku 3 tûşbûyên din ên bi vîrusa koronaya nû (Covid-19) li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin.
Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku ligorî encamên pişkîninên bijîşkî yên îro (28-03-2020) 3 kesên din bi nexweşiya koronaya nû ketine.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kesên bi virûsa COVID-19 ketine, 2 ciwanên temen 19 û 21 salî ne;yek li Duhokê û yek li Amêdiyê ye, kesa sêyem jî jineke temen 70 salî li navçeya Derbendîxanê ye.
Hejmara tûşbûyên koronaya nû li Herêma Kurdistanê, gihişt 125 kesan û ji wê hejmarê jî 53 kes baş bûne û 2 tûşbûyan jî canên xwe ji dest dane.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir