Bê wefayiya li beramber qurbaniyên Pêşmerge, asayîş û polîs
2018-06-08 01:40     377 Car hatiye dîtin      Şîrove
Fraksiyona YNKê bang li Komisyona Hilbijartinên Iraqê dike ku helwesta xwe rabigihîne
Fraksiyona YNKê li parlementoya Iraqê di derbarê encam û sererastkirina yasaya hilbijartinan de îro (07-06-2018) beyannameyek belav kir û têda teqez kiriye, ew piştevaniyê li her pêngavekî dikin ku armanc saxkirin û derxistina rastiyan be.
Parlementerên ser YNKê bal dikşînin li ser civîna parlementoya Iraqê ya roja 06-06-2018’ê ku di yasaya hilbijartinan de guherîn encam daye û rêkarên nû ji bo encemên hilbijartinan desnîşan kiriye û dibêje; hêj têbiniyên gellek aliyên siyasî li ser dem û awayê sererastkirinê heye û gumana li ser rewatiya wê civînê nehatiye jinavbirin, çunkî hêj ne zelal e, gelo rûniştina 28-05-2018’ê yasayî bû yan na?
Fraksiyona YNKê, aşkere dike ku ew piştevaniyê li her karekî yasayî dikin ji bo saxkirin û derxistina rastiyan û daxwaz ji Dadgeha Federal dike ku helwesta xwe li ser rûniştina parlementoyê û biryarên wê rabigihîne.
Herwiha, xemginiya xwe li beramber, benda taybet bi pûçelkirina dengên taybet (hêzên Pêşmerge, polîs û asayîş...) yên Herêma Kurdistanê, aniye zimên û dipirse; gelo ew hêzên ku rûbirû DAIŞ bûne û di parastina îstîkrar û ewlehiya welatiyan de rola dîrokî gerandine, divê bên padaştkirin yan ji mafê hemwelatîbûnê bên bêbeşkirin?
Fraksiyona YNKê rexne li wan aliyên siyasî yên Kurd li parlementoya Iraqê jî girtiye ku ji bo standina van biryarên hanê rola xwe gerandine û dibêje; “bê wefa bûne li beramber hemû qurbanî û fedekariya wan hêzan”.
Daxwaz ji aliyên siyasî yên Iraqê jî kiriye ku hestiyariya wê bêbeşkirina hêzên ewlehiyê, liberçavan bigrin.
puknow
Babetên zêdetir