Li Herêma Kurdistan hejmara tûşbûyên bi vîrusa koronayê, gîhîşt 100 kesan

  2020-03-25 22:18      343 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Hewlêrê 2 û li Silêmanî 1 haletên nû yên tûşbûnê bi nexweşiya koronayê hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku li Hewlêrê 2 û li Silêmanî jî 1 kesên din bi êşa koronaya nû (COVID-19) ketine.
Wezareta Tenduristiyê bi daxuyaniyek nivîskî, aşkere kir ku îro (25-03-2020), li Hewlêrê 2 û li Silêmanî 1 haletên nû yên tûşbûnê bi vîrusa koronayê, hatine tomarkirin û bi vî awayî, hejmara giştî a kêsên bi vê nexweşiyê ketine li Herêma Kurdistanê, gîhîştiye 100 kesan. 
Ji wan 100 kesan, 27 kes baş bûne û 2 kesan jî canê xwe jiber vîrusa koronayê, canên xwe ji dest dane. 
Ji aliyê din ve, li Kerkûkê jî jinek bi temen, duhî (24-03-2020) jiber vîrusa koronayê, canê xwe ji dest dabû. 
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî