Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê tev hêzên xwe kir amadebaşiyê

  2020-03-24 19:47      312 Car hatiye dîtin        Şîrove
Tevaya hêzên çekdar yên ser bi Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê di amadebaşiyê de ne

Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê, tevahiya hêzên xwe ji bo rê li ber belavbûna vîrusa koronaya nû (COVID-19) bê girtin, kir amadebaşiyê.
Wezareta Navxwe di daxuyaniyekê de (23-03-2020) ragihand ku tevahiya hêzên Asayişa Navxwe û Rêveberiya Giştî ya Polîs ji bo hevkarîkirina wan hêzên ku niha erkên xwe cîbicî dikin û ji bo baştir cîbicîkirina biryara qedexeya derketina derve û rênîşanên xweparastinê ji koronaya nû, xist amadebaşiyê.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Tevahiya hêzên Asayişa Navxwe, efser û karmendên ser bi Rêveberiya Giştî ya Dîwana Wezaretê û Rêveberiya Asayişa Navxwe, Rêveberiya Giştî ya Navxwe û rêveberiyên giştî yên Regezname li Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Giştî ya Polîs, Rêveberiya Giştî ya Rûbirûbûna Tundutîjiya Dijî Jinan û Malbatan, Rêveberiya Polîsê Elektrîka Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Polîsê Daristan û Jîngehê ya Herêma Kurdistanê, Dadgeha Hêzên Asayişa Navxwe, Desteya Pişkinîna Hêzên Navxwe, Kolêjên Polîs yên Hewlêr û Silêmaniyê, Rêveberiya Polîsê Rahênanê li Parêzgeha Silêmaniyê ya ser bi Rêveberiya Giştî ya Polîs ve, dikevin haleta amdebaşiyê”.
Ev biryara Wezareta Navxwe di çarçoveya rêkarên rûbirûbûna vîrusa Koronayê de hatiye dayîn û ji duhî ve (23-03-2020) ketiye warê cîbicîkirin ê.
Tundtirkirina tedbîrên ji bo rêgirtin li belavûna vîrusa koronaya nû li Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku hejmara tûşbûyên bi vîrusa COVID-19 gihîştiye 91 kesan û ji wana 2 kesan canên xwe ji dest dan e.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî