Bajaroka Derbendîxan hate karantînakirin

  2020-03-24 00:47      269 Car hatiye dîtin        Şîrove
Derbendîxan – Pişkinîna vîrusa koronayê ji bo kesên nêzikî tûşbûyan tê kirin

Piştî tomarkirina 7 tûşbûn bi nexweşiya koronaya nû (COVID-19), bajaroka Derbendîxan hat qarantînakirin. 
Tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê yên Derbendîxan ligel tîma tenduristiyê ku ji Silêmanî gîhiştiyê wir, di çarçoveya stratejiyekê de, ji bo rê li ber zêdetir belavbûna virusê bigrin û kesên bi koronaya nû ketine zû desnîşan bikin, tevdigerin. 
Timên gerok, serdana cîh û malan dikin û karên pêwîst cîbicî dikin. 
Rêveberiya Tenduristiya Derbendîxanê jî daxwaz ji welatiyan dike ku ji bo pişkinîna virusa koronayê serdena nexweşxaneyan nekin; niha, pişkinînê li ser wan kesên nêzîkî tûşbûyan dikin.
Ji aliyê din ve daxwaz ji welatiyan dike ku ji malên xwe dernekevin û bi vî awayî rê li ber zêdetir belavbûna koronaya bigrin. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî