Li Herêma Kurdistanê 10 kesên din tûşî COVID-19 bûn e
2020-03-22 22:59     317 Car hatiye dîtin      Şîrove
Hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gîhişte 63 kesan
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku îro (22-03-2020), li Herêma Kurdistanê 10 kesên din bi nexweşiya koronaya nû (COVID-19) ketin e.
Di encamê pişkîninên tenduristiyê de derket ku li navenda bajarê Silêmaniyê 2, li navçeyên wê Derbendîxan 7 û li Çemçemalê jî 1 kes, hilgirê vîrusa koronaya nû ne.
Duhî jî 6 kes tûşî vîrusa koronaya nû bibûn; kesek li Hewlêrê û 5 kesên din jî Silêmanî hatibû tomarkirin.
Hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gîhişte 63 kesan; li Silêmanî 52, li Hewlêr 10 û li Duhokê 1 kes.
Ji aliyê din ve piştî tomarkirina tûşbûyekî bi vîrusa koronaya nû li komelgeha Sêbîranî ya ser bi Hewlêrê ve, Sêbîranî hat karantînakirin û pişkinên tenduristî ji bo tev şêniyên wê tê kirin.
Wezareta Tenduristiyê daxwaz ji hevwelatiyan dike ku ji malên xwe dernekevin û rênişanên xwe parastinê ji vîrusê cîbicî bikin û pabend bin bi biryarên sazî û dezgehên resmî yên Herêma Kurdistanê.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir