Qedexeya hatûçûnê heta 1ê Nîsanê hate dirêjkirin
2020-03-22 18:55     379 Car hatiye dîtin      Şîrove
Li Herêma Kurdistanê qedexeya derketine derve heta 1ê Nîsanê hate dirêjkirin
Wezareta Navxwe di çarçoveya kar û çalakiyên ji bo rêgirtin li vîrusa koronaya nû (COVID-19) de biryara qedexeya hatûçûnê, heta 1’ê Nîsan 2020ê dirêj kir.
Herwiha, ragihand ku di nêvbera demjimêr 00:00 heta 06:00 jî de rê bi hatûçûnê nayê dayîn.
Wezreta Navxwe a Herêma Kurdistanê di daxuyaniya nivîskî de dide zanîn ku qedexeya hatûçûnê; parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce û îdareyên serbixwe yên Raperîn û Germiyan li xwe digre. Her şofêrê beravajî tevbigere, dê bê cezakirin.
Hevdem radigihîne ku çûn û hatina piyade jî qedexeye, ji bilî ji mal derketina ji bo dabînkirina pêdiviyên rojana yên nav mal û tenduristiyê.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir