Silêmanî – 4 kesên din ku bi nexweşiya koronoyê ketibûn, baş bûn

  2020-03-19 01:27      285 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Herêma Kurdistanê, 13 tûşbûyên COVID-19 baş bûn e

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê a Parêzgeha Silêmaniyê, ragihand ku 4 kesên din ku tûşî vîrusa koronaya nû bibûn, baş bûne û vegeriyane malên xwe. 
Rêvberê Tenduristiyê Sebah Hewramî, îro (18-03-2020), aşkere kir; 4 kesên ku hilgirê vîrusa koronoya nû (COVID-19) bûn û di jêr çavdêriyê bijîşkî de bûn, baş bûne û dest bi jiyana asayî kirin e. 
Ligorî amarên dawîn jî hejmare kesên hilgirê COVID-19, li Herêma Kurdistanê gîhiştiye 39 kesan; 30 ji wana li sînorê Parêzgeha Silêmaniyê, 9 kesên din jî li sînorê Parêzgeha Hewlêrê, hatine tomarkirin.
Heta niha, ji wana 13 kes baş bûne û kesek ji mirye. 
Ji bo rêgirtin li zêdetir belavbûna vê nexweşiyê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê, li nav bajar û bajarok û nahiyeyan, herwiha di nêvbera bajar û bajarok û nahiyeyan jî de qedexa hatûçûnê ragihandiye.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî