YNK li Kerkûkê yekem e
2018-05-15 23:27     406 Car hatiye dîtin      Şîrove
Komisyona Bala a Serbixwe ya Hilbijartinan ya Iraqê, îro (15-05-2018) li Bexdadê, encamên destpêkê yên parêzgehên Kerkûk û Duhokê ji bo hilbijartinên parlementoya Iraqê, aşkere kir.
Li bajarê Kerkûkê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dengê herî zêdê bidest xist. Erebên sunne di rêza duyem û eniya Turkmenî di rêza sêyem de cîh girtin.
YNKê li Kerkûkê, 184300 deng bidest xist.
Li parêzgeha Duhokê PDKê dengê herî zêde berhev kir û YNKê bi 25328 dengan di rêza çarem de cîh girt.
puknow
Babetên zêdetir