Dije terorê 8 koçberên Kurd rizgar kir

  2018-05-11 18:43      364 Car hatiye dîtin        Şîrove
Dije Terorê 8 kurd ji destê Eniya Nusre li Suriye rizgar kir

Bi hewlên Lahur Şêx Cengî  Hêza Dije Terorê, 8 welatiyên Kurd ku xelkê Silêmanî û Hewlêrê bûn, ji destê Eniya Nusre li Sûriye hatin rizgarkirin û bi selametî gîhandin Silêmanî. 
Lahur Şêx Cengî li Silêmanî ji çapemeniyê re ragihand; ev koçberên hanê, demeke ji aliyê Tirkiyê ve radestî Sûriyê hatibûn kirin ku jiber Eniya Nusre û çekdarên din metirsî li ser jiyana wan hebû û got: “paş hewlên zêdê yên hêzên dije terorê û rêkeftin ligel  hevalên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), karîne kar hêsaniyê bikin û wana rizgar bikin û vegerînin”.
Herwiha, aşkere kir ku niha ew 8 kurdên Herêma Kurdistanê, gîhîştina malbatên xwe.
puknow

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî