Nabe li taqîgehên taybet pişkinîna COVID-19 bê kirin
2020-03-18 19:14     296 Car hatiye dîtin      Şîrove
Li Herêma Kurdistanê, pişkinîna koronayê li laboratuwarên taybet hat qedexekirin
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, pişkinîna vîrusa koronaya nû li laboratuwarên taybet, qedexe kir.
Bi biryara Wezareta Tenduristîyê û ligorî zagona Tenduristîya Giştî ya jimare 89 a sala 1981ê, pişkinîna taqîgehî ji bo kontirolkirina nexweşîyên vediguhezin, bi taybet ji bo vîrusa koronaya nû (KOVID-19), tenê, divê li laboratuwarên Tenduristiya Giştî bên kirin û nabe ti taqîgehên taybet, yan nexweşxaneyên taybet yan her laboratuwareke din, karê hanê bê kirin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir