Silêmanî - 5 kesên din yên bi koronayê ketibûn, baş bûn
Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê a Parêzgeha Silêmanî, ragihand ku 5 kesên din ku hilgirê vîrusa koronayê (COVID-19) bûn, baş bûne û ji nexweşxaneyê derketin e.
Rêveberê Rêveberiya Giştî ya Tunduristiyê a Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî, aşkere kir ku 5 kesên din ku bi nexweşiya koronayê ketibûn û di jêr çavdêriya bijîşkî de bûn, baş bûn e û vegeriyane nav kesûkarên xwe.
Ji aliyê din ve Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, îro (16-03-2020), ragihand ku li Silêmanî 3 haletên nû yên tûşbûn bi vîrusa koronayê hatine tomarkirni.
Bi vî awayî hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, heta niha gîhîştiye 37 kesan û rewşa tenduristiya 9 kes ji wana baş bû ye û kesekî jî canê xwe ji dest da ye.
Heta niha, li bajarê Silêmaniyê 28 û li Hewlêrê jî 9 haletên tûşbûn bi êşa koronayê hatine tomarkirin.
Di çarçoveya tedbîrên xwe parastinê ji vîrusa koroneyê de Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê jî 5 rojan qedexeya hatinûçûnê li nav parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê ragihandiye.
Puknow
Metîn Mihemed