Li Herêma Kurdistanê hevwelatiyekî din bi nexweşiya koronayê ketî ye
2020-03-15 14:03     274 Car hatiye dîtin      Şîrove
Li Herêma Kurdistanê 29 kes bi nexweşiya koronayê ketine; yek ji wana mirye û yek jî baş bû ye
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku kesekî din bi nexweşiya koronayê (COVID-19) ketiye û rêkarên pêwîst ji bo zêdetir belavbûna vîrusa koronayê, tên cîbicîkirin.
Wezareta Tenduristiyê bi daxuyaniyeke nivîskî, aşkere kir; li bajarê Silêmaniyê, haletekî nû tûşbûn bi vîrusa koronayê, hatiye destnîşankirin û bi vî awayî jimareya tomarkirî ya tûşbûyan, li Herêma Kurdistanê bi giştî gîhiştiye 29 kesan ku yek ji wana mirye û yek jî baş bû ye.
Wezareta Tenduristiyê, dide zanîn ku 20 ji wan tûşbûyan li Silêmanî, 7 kes li Hewlêrê, 1 kes li Helebce û kesek jî li Koyê, hatiye tomarkirin.
Ji aliyê din ve, biryara ragirtina hatûçûnê di nav bajarên Silêmanî û Hewlerê de û hatûçûna di nêvbera parêzgehên Herêma Kurdistan û İraqê de ji bo rêgirtin li zêdetir belavbûna COVID-19, berdewam e.
Herwiha, bang li hevwelatiyan tê kirin ku li malê xwe bimînin û dernekevin nav qerebalixiyê û xwe ji cîhê qerebalix dûr bigrin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir