Li Herêma Kurdistanê 28 kes bi nexweşiya koronayê ketin e
2020-03-14 01:04     349 Car hatiye dîtin      Şîrove
Heta niha, li Herêma Kurdistanê 28 kes bi nexweşiya koronayê ketin e
Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku hemwelatiyekî din bi nexweşiya koronayê ketiye.
Wezareta Tendirustiyê, aşkere kir ku bi giştî li Herêma Kurdistanê 28 kes bi êşa koronayê (COVID-19) ketin e; yek jê mirye, kesek ji nexweşiyê xelas bû ye û ewên din jî di jêr çavdêriya pizîşkî de ne.
Di 24 demjimêrên bihurî de 251 pişkinîn hatine kirin û ji wana encamên 9 pişkinan pozîtîf derketiye ku hilgirê vîrusa koronayê ne.
Wezareta Tenduristiyê, da zanîn ku niha, li 30 cîhên cûda, tenê 843 hevwelatî di karantinayê de ne, 2377 hevwelatî jî ji karantînayê derketine û vegeriyanê nav kesûkarên xwe.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir