Li Herêma Kurdistanê 19 haletên nexweşiya koronayê hatine tomarkirin

  2020-03-12 20:49      273 Car hatiye dîtin        Şîrove
Berpirsên Herêma Kurdistanê daxwaz ji hevwelatiyan dike ku xwe ji qerebalixiyê dûr bigrin

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê jî hewlên xwe xurt kiriye ji bo rêgirtin li vîrusa koronaya nû (COVID-19) ku li 125 welatên cîhanê belav bû ye. 
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, (11-03-2020), ragihand ku li Herêma Kurdistanê bi giştî 19 kes bi nexweşiya koronayê ketine; yek ji wan mirye û yek jî baş bû ye. 
Ligorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê, hejmara hevwelatiyên hatibûn karantînakirin li 29 bingehan cûda,  3089 kes bûne û ji wana 2166 kes ji karantînayê ku 15 roj ma bûn, vegeriyana nav malbatên xwe. Tenduristiya ewên di jêr çavdêriya bijîşkî de ne jî baş e û çavdêriya hûr ji bo wan tê kirin.Wezareta tenduristiyê daxwaz ji hevwelatiyan dike ku xwe ji qerebalixiyê dûr bigrin û rênîşanên xwe parastine ji koronayê, cîbicî bike.
Puknow
Metîn Mihemed 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî