Sê kesên din bi nexweşiya koronayê ketin e û kesek jî baş bû ye

  2020-03-09 00:14      343 Car hatiye dîtin        Şîrove
Herêma Kurdistan – Sê kesên din bi nexweşiya koronayê ketin e

Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku sê (3) haletên din yên tûşbûn bi vîrusa koronaya nû (COVID-19), hatine tomarkirin û kesek jî baş bû ye. 
Wezareta Tenduristiyê, aşkere kir ku di 24 demjimêrên bihurî de pişkinîn li ser 56 gumanlêkiriyan hatiye kirin. Di nêv wan de 3 nexweş, encamên pişkinînên labaratuwariyê pozîtîf derketin e û hilgirê vîrûsa coronayê ne. 
Yek ji wan (52) xuşka ew tûşbûya bajarê Hewlêrê ye û ji Îranê vegeriyaye û di karantînayê de bû. Yê duyem zilamekî temen 53 saliye û ji Îranê vegeriyaye û di karantînayê de bû. 
Tûşbûyê sêyem (52) jî ew vîrûs, ji ew kesê ku li bajarê Silêmaniyê jiber vîrusa koronayê mir bû, girtiye. 
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de aşkere kir ku bi giştî 13 kes li Herêma Kurdistanê bi nexweşiya coronayê ketin e; 1 ji wan mir ye û 1 nexweş jî baş bû ye. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî