Hukûmeta Herêma Kurdistanê li tev navendên xwendinê betlane ragihand
2020-02-25 19:49     283 Car hatiye dîtin      Şîrove
Hukûmeta Herêma Kurdistanê tedbîrên xwe yên dijî vîrusa koronayê dixe praktîk ê
Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîna xwe a asayî ya îro (25-02-2020) de ku li bajarê Hewlêrê, hat lidarxistin; bi taybetî gotûbêj li ser tedbîrên rêgirtinê li vîrusa koronayê kir.
Encumena Wezîran, biryar da ku li tev xwendingehên seretayî, navendî û zanîngehên hikûmî û taybet ji roja 26’ê Sibatê heta 24’ê Adarê, betlane be.
Biryara hen ku ji bo rêgirtine li belavbûna vîrusa korana, baxçe û peymangehên hikûmî û taybet jî li xwe digre.
Herwiha, biryar da ku ew kesên ji bajarên din yên İraqê dên Herêma Kurdistanê bikevin ber pişkinîna bijîşkî û pişkinîna pêwîst jî bo geştiyaran bê kirin.
Encumena Wezîran biryar jî da ku rê nadin buhayê kelûpel û xworak û pêdiviyên rojana yên welatiyan, gran bibe.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir