Li Silêmanî ji bo navendên xwendingehên navendî betlaneya resmî hat ragihandin

  2020-02-25 14:21      409 Car hatiye dîtin        Şîrove
Ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê 28 roj betlane ji bo xwendingehên navendî hat ragihandin

Encumena Parêzgeha Silêmanî di çarçoveya tedbîrên rêgirtinê ji bo belavbûna vîrusa koronayê de, 28 roj behnvedana resmî li dibistan û xwendingehên navendî yên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, ragihand. 
Encumena Parêzgeha Silêmanî bi daxuyaniyek nivîskî, ragihand ku armanca biryara betalaneya resmî, rêgirtine ji metirsiya belavbûna vîrusa korona û betlana ji sibê ve (26-02-2020) despê dike, heta 24’ê Adara 2020’an. 
Hat ragihandin ku ev biryar, zanîngehên li sînorê Parêzgeha Silêmaniyê nagre ber xwe, çunkî  ne di çarçoveya deshilata Encumena Parêzgeha Silêmanî de ye. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî