Li Kerkûk 4 û li Necefê kesek hilgirê vîrusa koronayê ne
2020-02-25 12:39     260 Car hatiye dîtin      Şîrove
Heta niha li İraqê bi giştî 5 kes tûşî vîrusa koronayê bûn e
Wezareta Tenduristiya İraqê, ragihand ku li Kerkûkê 4 hevwelatî tûşî vîrusa koronayê bûn e.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê de hatiye diyarkirin ku ew hevwelatiyên hanê ji yek malbatê ne û serdana Îranê kirin e; paş vegera wan, aşkere bû ye ku hilgirê vîrusa koronayê ne.
Wezareta Tenduristiyê, da zanîn ku bi hûrgilî pişkinîna bijîşkî ji bo wan hatiye kirin û niha di jêr çavdêriyê de ne.

Rêveberê Giştî yê Fermangeha Tenduristiya Necefê Rezwan Kîndî jî duhî (24-02-2020), ragihandibû ku hevwelatiyêkî bi regez îranî ku yek ji xwendkarên zanistên olî ye û bi wê armancê li Necefê nişteciye, tûşî vîrusa koronayê bû ye û di jêr çavdêriya bijîşkî de ye.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir