Seredankirina ji bo nexweş û zindaniyan li Silêmanî hat qedexekirin

  2020-02-21 22:14      300 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li nexweşxane û girtegehên li Silêmaniyê, seredan hat qedexekirin

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê a Parêzgeha Silêmanî, bi daxuyaniyek nivîskî, ragihand ku ji bo parastin û tenduristiyek baş ya hemû aliyekî, seredanên hevwelatiyan ji bo nexweşan, bi hemû cûrekî li hemû nexweşxaneyan, hatiye qedexekirin. 
Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê a Parêzgeha Silêmanî, daxwaz ji welatiyan jî dike ku ji bo selametiya xwe, pêbendî vê biryarê bin.
Hevdem, her evroj (21-02-2020),  bi biryara Wezîra Kar û Karûbarên Civakî, jiber belavbuna vîrusa korona ji welatekî cîran, bi armanca parastina tenduristiya girtiyan û kesûkarên wan, seredana hemwelatiyan ji bo girtîgehên li sînorê Parêzgeha Silêmaniyê, hat qedexekirin.
Puknow
Metîn Mihemed  

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî