Li Herêma Kurdistanê çi haletekî “vîrusa korona” nehatiye tomarkirin
2020-01-29 21:18     285 Car hatiye dîtin      Şîrove
Jiber vîrusa koronayê 132 kesan li Çînê canên xwe ji dest dane
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyek nivîskî, ragihand ku çi haletekî nexweşiya “koronaya nû” li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyê de dilniyayî dide hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ku çi haletekî nexweşiya “vîrûsa koronaya nû (nCoV-2019)” li Herêma Kurdistanê, nîne û nehatiye tomarkirin.
Jiber vîrusa korona ku ji bajarê Wuhan yê Çinê belav dibe, 132 kesan li Çînê canên xwe ji dest dane. Bi giştî li Cîhanê, zêdetir ji 6 hezar halet hatine tomarkirin. Ev vîrus ber bi Awrupeyê belav dibe û li hin welatên Rojhilata Navîn jî halet tên tomarkirin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir